10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

DAIŞê îtîraf bi şikestina xwe li hemberî Pêşmerge kir

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Çavkaniyeke haydar ji rewşa nava Mûsilê eşkere kir ku waliyekî DAIŞê ligel malbata xwe ji Mûsilê reviyan û DAIŞ li wan digere. Herwiha da zanîn ku îro DAIŞ di radyoya xwe de îtîraf bi şikestina xwe li hemberî Hêzên Pêşmerge li Başîkê kir.

 

Seîd Memozînî Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Waliyekî Mûsilê yê DAIŞê bi navê Ebû Zehra û bi xwe Turkman e û xelkê Kerkûkê ye li milê çepê yê Mûsilê ligel hevjîna xwe û zarokê bo cihekî nediyar reviya ye û DAIŞ lê digere.”

 

Memozînî wiha got: “DAIŞê di radyoya xwe de îtîraf kir bi şikestina xwe li hemberî Hêzên Pêşmerge li Başîkê û got ku gelek çekdarên wan li wir hatin kuştin, ku li gorî zanyariyan zêdetirî 80 terorîstên wan hatine kuştin.”

Nûçeyên têkildar