Mûsil.. 36 hezar kes koçberî Kurdistanê bûn

Xazir-KDP.info- Berpirsê beşê penaberan di Rêveberiya Koç û Koçberan de ragihand ku ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê û heta niha hatina koçberên Mûsilê bo Herêma Kurdistanê berdewam dike û heta niha 36 hezar koçber hatine Herêma Kurdistanê.
Nezhet Husên Berpirsê beşê penaberan di Rêveberiya Koç û Koçberan de ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina koçberan ji Mûsil û derdora wê bo Herêma Kurdistanê berdewam e û roj bi roj hejmara wan zêdetir dibe û li gorî amarên dawî hejmara koçberên ku gihîştine Xazir û Hesen Şam gihîştiye 36 hezar kesî.”
Husên wiha got: “Dema ew koçber digihên Herêma Kurdistanê em hemû pêdviyan ji xwarin û kelûpelên nava malê didin wan û cih ji wan re çêdikin, herwiha tîmên tendirûstiyê çavdêriya wan dikin.”
Nezhet Husên ragihand: “Hêzên asayişê pişkinînên tund ligel wan koçberan dikin, da ku terorîst ligel wan derbasî nava koçberan nebin. Kesên ku guman li wan tê kirin ku DAIŞ in, lêkolîn ligel wan tê kirin û eger tiştek li ser wan tune be tên berdan.”




