Parlamenterekî din ê HDPê hat girtin

Amed-KDP.info- Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nihat Akdogan li Colemêrgê hat desteserkirin.
Roja Înê 04.11.2016 herdu hevserokên HDP Selahedîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag û 10 parlementerên din ên vê partiyê ji aliyê polîsê Tirkiyê ve li malên xwe hatin destgîrkirin.
Derbarê parlamenterên HDPê Tugba Hezer û Faysal Sariyildiz de jî biryara desteserkirinê hebû lê ji ber ku ji derveyê Tirkiyê bûn nehatin girtin.
Wezarea Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihandibû pêvajoya lêpirsînê ya derbarê Nihat Akdogan de berdewam e.
Berdevkê Hikûmeta AK Partiyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku îro Parlamenterê HDPê Nihat Akdogan li Colemgergê hate desteserkirin.
Numan Kurtulmuş piştî civîna Desteya Wezîran daxuyanî da û derbarê desteserkirina Nihat Akdogan de wiha got: "3 parlamenter firar bûn. Nihat Akdogan li Colemêrgê hate desteserkirin. Du kes hîna jî fîrar in. Piştî ku derket holê parlamenterê firar li ku ne wê saziyên pêwendîdar bikevin nava tevgerê."




