Nûnerê Obama: Hevdîtina Barzanî û Ebadî pir girîng û erênî bû

Ajans-KDP.info- Nûnerê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de, Brett McGurk ragihand, hevdîtina şeva borî ya Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pir girîng û erênî bû.
Nûnerê Obama di şerê DAIŞê de, Brett McGurk îro li paytexta Ordun-Emmanê, daxuyaniyek da rojnamevan.
Brett McGurk derheqê hevdîtina şeva borî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de got, ew hevdîtin pir girîng û erênî bû.
McGurk li ser şerê azadkirina Mûsilê jî axivî û got, hevkarî û hemahengiyek baş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de heye, hêzên Iraqî gelekî pêşde çûne û karîne gelek cihan ji destê DAIŞê derxînin.
Nûnerê Obama da zanîn ku Ebadî soz daye mafên sivîlan neyên binpêkirin û tiştek bi wan neyê.




