10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serkirdeyekî Şîeyên Iraqê: Supaya Pasdaran hewla şerê Iraq û Tirkiyê dide

Çavkanî: KDP.info

 Ajans-KDP.info- Li gorî nûçeyeke malpera Siyaset a Kiweytê, serkirdeyekî nêzîk ji Emar Hekîm Serokê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê ku encumenekî Şîeyan e, ragihand ku Supaya Pasdaran a Îranê û bi taybetî jî Qasim Silêman hewl dide ku şerekî di navbera Iraq û Tirkiyê de vêxe, ji ber ku bi baweriya wan ew şer dê di berjewendiya Îran de be li Yemen û Sûriyê bo piştevaniya Beşar Esed û Hûsiyên Yemenê.

 

Li gorî wê serkirdeyê nêzîk Hekîm, her şerek di navbera hêzên Tirkiyê û Heşda Şeibî de, dê ziyaneke mezin çêbike û hişyarî da ji şerekî mezhebî li nava bajarên Iraqê jî ji ber wê aloziyê.

 

Wî serkirdeyê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê got ku Amerîka guvaş li Serokwezîrê Iraqê kiriye ku nehêle hêzên Heşda Şeibî biçin nava bajarokê Tilefer ê Turkmanên Şîe, da ku şer di navbera wan û hêzên Tirkiyê de çênebe.

 

Li gorî wî serkirdeyê Şîeyên Iraqê, Iraq ne xwedî hêzekî leşkerî û aborî bihêz e ku bikaribe rûbirûyê welatekî bihêz wek Tirkiyê bibe, lewma ji erkê Hikûmeta Iraqê ye ku kar li ser derxistina DAIŞê ji nava axa Iraqê bike û koçberan vegerîne ser mal û bajarên wan.

Nûçeyên têkildar