Serok Barzanî û Ebadî tekez li ser parastina pêkhatên netewî û olî yên Mûsilê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez li ser parastina pêkhatên neteweyî û ayîniyên parêzgeha Nînowa û derdora wê kirin.
Êvariya roja şemî 05.11.2016 Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê li gel şandekî bilinda serbazî ya artêşa Iraqê serdana bajarê Hewlêrê kir û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.
Li civînê da hengavên operasyona azadkirina Mûsil û rewşa meydanî ya bereyên şer û serkeftinên dawî û pêşketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li mîhwerên Bakûr û Rojhilat û Başûrê Mûsilê hate nirxandin.
Herwiha herdu alî xweşhaliya xwe bi asta bilind a hemahengiyê û karê hevbeşa Pêşmerge û Artêşa Iraqê li çarçêweya plana azadkirina Musilê nîşanda ku bûye sedema pêkhatina destkeft û serkeftina mezina serbazî û bi lezgînî têkşikandina terorîstên DAIŞê.
Her li vê hevdîtinê de her dû alî behsa qurbanîdan û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqiyan û serxweşiyê li malbata şehîdan kirin û hêviya başbûnê ji bo birîndarên şerê dijî terorê xwest.
Li mijareke dina hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê de behsa rewşa koçberên Mûsil û avadankirin û gihandina xizmetguzariyê ji bo navçeyên azadkirî kirin.
Li vê civînê de tekez li ser parastina pêkhatên neteweyî û ayîniyên parêzgeha Nînowa û dewrûbera wê kirin.




