Serokatiya Kurdistanê teqîna Amedê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, teqîna bajarê Amedê şermezar kir. Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye,
Berî sibehiya roja în 04.11.2016 li encama teqîneke li bajarê Amedê hejmarek hemwelatî canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.
Ji bilî şermezar kirina wê kirdarê, serxweşiyê li qurbaniyên wê rûdanê dikîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Radigihînîn ku êrîş û teqîn û tundutîjî kirdarên nerewane û bi tu awayekî giriftên siyasî çareser nake. Di heman demê de xizmeta doza rewa ya Kurd û aştî û pêkvejiyanê nake û alozî û giriftên zêdetir pêktên.
Serokatiya Herêma Kurdistanê
04.11.2016




