Hêzên Iraqê ketin nava taxa duyem a Mûsilê

Mûsil-KDP.info- Hêzên Dije-Terorê yên Iraqê ji sê aliyan ve ketin nav duyem taxa bajarê Mûsilê.
Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de heta naha navçeya Gokcelî, ku yekem navçeya bajarê Mûsilê ye û dikeve rojhilatê Mûsilê, bi temamî hatiye rizgarkirin.
Îro 03.11.2016ê hêzên Dije-Terorê yên Iraqê piştî ku du roj berî niha avahiya televizyona hikûmetê ya kevin bidest xistibûn, îro ketin nav taxa Kerame ya Mûsilê.




