10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Pisporekî leşkerî: Bexdadî dizane DAIŞ ber bi nemanê ve diçe

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Pisporekî leşkerî dibêje, tomara dengî ya Ebû Bekir Bexdadî di vê demê de, ew e ku dizane DAIŞê ber bi nemanê ve diçe û pir lawaz bûye, lewma ti bandora wê nabe û îradeya rûbirûbûna DAIŞê bûye îradeyekî navdewletî û pêwîst e jinav biçe.

 

Pisporê leşkerî Şiwan Mihemed Taha ji malpera KDP.info re ragihand: “Tomara dengî ya Bexdadî di vê demê de dihat çaverêkirin, ji ber ku dizane DAIŞ ber bi nemanê ve diçe, lewma ew ne tiştekî nû ye û behaneyek e bo şikestinên wan ên li pey hev li eniyên şer, lê ti bandora wê nabe.”

 

Taha wiha got: “Pirsa DAIŞê bûye pirsekî navdewletî û nemana wê nêzîk bûye, lewma xelîfeyê wê tomarên dengî belav dike. DAIŞ pir lawaz bûye û tişta ku ji destê wê hatiye li dijî mirovatiyê kiriye, lewma niha jinavbirina wê bê guman e.”

Nûçeyên têkildar