10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Artêşa Iraqê derbasî taxên Mûsilê bûye

Çavkanî: KDP.info

 Mûsil-KDP.info- Hêzên artêşa Iraqê piştî zêdetirî 2 salan ji dagîrkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, bo cara yekemîn karîn derbasî nava taxên wî bajêrî bibin.

 

Hêzekî taybet a artêşa Iraqê duhî û di operasyona rizgarkirina Mûsilê de xwe gihand avahiya televizyona hikûmî, ku dikeve rojhilatê wî bajêrî.

 

Li gorî zanyariyan, DAIŞ li wir şerekî giran kiriye û çekên sivik û giran bikar aniye.

 

Li taxa Gogcelîl jî ku dikeve rojhilatê Mûsilê, hêzên Dije-Terorê yên Iraqê derbasî nava wê taxê bûne û niha ew tax di bin kontrola wan de ye.

 

Ji aliyekî din ve, Hêzên polîsê Îtîhadî û hêzên din ê Iraqî ketin navenda nahiyeya Hemam Elîl, ku 20 kîlometreyan başûrê Mûsilê ye.

 

Nûçeyên têkildar