10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

“DAIŞê 147 jinên Xristiyan birine Reqa”

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Nûnera Xristiyana di Parlemantoya Kurdistanê de Sirûd Selîm ragihand ku hejmareke mezin ji koçberên Xristiyan koçberî derveyî welat bûne. Herwiha da zanîn ku terorîstên DAIŞê 147 jin û keçên Xristiyan ji Iraqê birine bajarê Reqa yê Sûriyê.

 

Sirûd Selîm Parlemantera Xristiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî êrişa DAIŞê li ser Mûsilê, 180 hezar Xristiyan koçberî Herêma Kurdistanê bûn, lê % 40 ji wan berê xwe dane Tirkiye, Urdin û Ewropa û li wir bi cîh bûne. Niha çend welatên cîhanê amadebûna xwe bo avakirina navçeyên Deşta Neynewa nîşan dane û ligel azadkirina Mûsilê dê koçber vegerin ser mal û gundên xwe.”

 

Derbarê jin û keçên Xristiyan ên di destê DAIŞê de, wê parlemantera Kurdistanê wiha got: “Di êrişa DAIŞê de li ser Deşta Neynewa de 147 jin û keçên Xristiyan ketin destê wan terorîstan de û niha ew keç û jin ji Iraqê birine bajarê Reqa.

Nûçeyên têkildar