10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şerê Mûsilê.. 3 hezar koçberên din hatin Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Karûbarê Koçberan li Herêma Kurdistanê Şakir Yasîn dibêje, ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê û Deşta Neynewa heta îro zêdetirî 3 hezar kes ji wê parêzgehê hatine Herêma Kurdistanê.

Şakir Yasîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Hejmara wan koçberên ku berî xwe dane Herêma Kurdistanê ji destpêka şerê Mûsilê û heta niha, zêdetirî 3 hezar koçber in, ku li kampan hatine bicîkirin, lê tê çaverêkirin di şerê bajarê Mûsilê de hejmarek gelekî mezintir berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.”

Yasîn wiha got: “Li Herêma Kurdistanê gelek kamp li parêzgeha Hewlêr û Dihokê hatine amadekirin bo pêşwazîkirin li koçbern Mûsilê, lê gelek kêmasî hene û gerek Hikûmeta Iraqê û aliyên navdewletî alîkariya me bikin.”

Nûçeyên têkildar