10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Xazir.. Karwanê yekem ê koçberan bi ala spî gihîşt Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info
 
Xazir-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li eniya Xazirê ragihand ku karwanê
 
yekem ê koçberên Mûsilê bi riya Xazirê xwe gihand Herêma Kurdistanê.
 
Fermandarê Betalyona 2 ya Hêza 1 ya Supayê 4 a Zêrevanî Muqedem Ceifer Kerîm
 
ji malpera KDP.info re ragihand, “Îro danê nîvro karwanê yekem ê koçberên
 
Mûsilê ku xelkê taxa Gugcelîl û gundên Tobzawe û Bazway, bi riya einiya Xazirê
 
gihîştin navçeyên bin destê Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê.”
 
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got, “hejmara wan koçberan 60 malbat in û ala spî
 
bilind kiribûn û bi 40 otomobîlan gihîştin sînorê Pêşmerge û dê li kampa Xazir bên
 
bicîkirin.”

Nûçeyên têkildar