Hêzên Pêşmerge derdora Mûsilê bi temamî girtine

Ajans-KDP.info- Ajansên cîhanî îro sibehê belev kirine ku Hêzên Pêşmerge li
eniyên xwe bi temamî derdora Mûsilê girtine, herwiha li gorî wan ajansan niha
Pêşmerge tenê 7 km dûrî Mûsilê ne.
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Serokê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî
DAIŞê û berdevkê wê hevpeymaniyê behsa zêdekirina çalakiyên li dijî DAIŞê dike.
Di 2 tiwîteran de, Biret MecGork Nûnerê Obama, ragihand ku êrişên asmanî yên
balafirên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê zêde bûne.
Beriya niha Artêşa Iraqê belav kiribû ku balafirên hevpeymanan di êrişeke
balafiran de li ser Mûsilê Alîkarê Ebû Bekir Elbexdadî bi navê Ebû Usma kuştin.




