Hêzên Pêşmerge berpirsekî pilebilind ji DAIŞê kuştin
__2016_10_24_h14m40s28__HK__2016_10_24_h17m33s56__HK.jpg)
Başîk-KDP.info- Hêzên Pêşmerge berpirsekî pilebilind ji Hêzên Pêşmerge bi navê
Meşil Muhsîn Salme ku wek Hacî Karwan Ebû Kerar tê naskirin, kuştin.
Berpirsê Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê Îsmet Receb ji malpera KDP.info re ragihand:
“Şevê din li navçeya Dola Hecer a ku dikeve çepê Mûsilê, şer û pevçûn di navbera
komek çekdar û terorîstên DAIŞê çêbû û nêzîkî saetekê şer dirêj kir. Îro jî DAIŞê ew
navçe dorpêç kir û li wan çekdaran digerin.”
Îsmet Receb wiha got: “Hêzên Pêşmerge duhî serkirdeyekî DAIŞê li nahiyeya
Başîkê kuştin û eşkere bû ku ew serkirdeyê DAIŞê navê wî Meşil Muhsîn Salme ye
ku wek Hacî Karwan Ebû Kerar tê naskirin û berpirsê Navenda Xalid Welîd e.”




