Pêşmerge gihîştin xala dawî ya sînorê Kurdistanê..5 km dûrî Mûsilê ne

Naweran-KDP.info- Hêzên Pêşmerge di çarçoveya operasyona Mûsilê de, li eniya Naweran ya bakurê Mûsilê gihîştin xala dawî ya sînorê Kurdistanê û niha tenê 5 kîlometran dûrî Mûsilê ne.
Serbest Tirwanîşî Berpirsê Eniya Naweran ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew cihên ku navendên DAIŞê li wan mabûn û li 10 gundan bûn, di nava kêmtir ji 10 saetan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin rizgarkirin.”
Tirwanîşî wiha got: “Ew cihên ku Pêşmerge re hatibûn diyarkirin, hemû rizgar kirin û niha em tenê 5 kîlometran dûrî Mûsilê ne û em çeperan li hemberî terorîstên DAIŞê çêdikin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Îro terorîstên DAIŞê pir lawaz bûn û hin cihan me ew 3 rojan dorpêç kirin û ti alîkarî ji wan re nedihat. Niha li eniya Naweran ya bakurê Mûsilê gihîştin xala dawî ya sînorê Kurdistanê.”




