10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Artêşa Iraqê gundên sînorê Geyare kontrol kirin

Çavkanî: KDP.info
Geyare-KDP.info- Fermandararekî Artêşa Iraqê dibêje, hêzên Iraqê 4 gundên din li
 
başûrê Mûsilê ji destê DAIŞê derxistin, ku tenê ew 4 gund li wir di destê DAIŞê de
 
mabûn.
 
Raîd Emîn Şêxanî Fermandarê Artêşa Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand, Artêşa
 
Iraqê gundên Sultan Ebdulah, Diwêzatî, Seruxwar û Til Şeîrê kontrol kirin.
 
Li gorî wî fermandarê Artêşa Iraqê, bi azadkirina wan 4 gundan hemû gundên
 
Geyare hatin kontrolkirin.
 
Şêxanî wiha got, îro danê sibehê jî me 5 gund rizgar kiribûn, ew jî Xalidiye, Mekok,
 
Seydawe, Zenawîr û Selahiye.

Nûçeyên têkildar