DAIŞ avahiya parêzgeha Mûsilê teqand

Mûsil-KDP.info- Îro çekdarên DAIŞê avahiya parêzgeha Mûsilê teqandin û çend
fermangehên din ê wî bajêrî hatin şewitandin û herifandin.
Îsmet Receb Berpirsê Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand,
Îro çekdarên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê li navçeya Dewase avahiya parêzgeha
Mûsilê teqandin. Ew beşî ku teqandine berê parêzgar tê de dewam dikir.
Receb wiha got, Ligel destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê,
çekdarên DAIŞê dest bi şewitandin û teqandina fermangehên hikûmî yên wî bajêrî
kirine.




