Başûrê Mûsilê- Xelk li dijî DAIŞê rabûn..15 kes ji wan kuştin

Mûsil-KDP.info- Çavkaniyeke agahdar ji rewşa Mûsilê ragihand ku şevê din gelek kes li nahiyeya Hemam Elîl a ku di bin destê DAIŞê de li dijî wan terorîstan raperîn kirin û êrişî navendên wan kirin û 15 kes ji wan kuştin.
Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand, Beşek ji xelkê nahiyeya Hemam Elîl ku dikeve başûrê Mûsilê, li dijî DAIŞê raperîn kirin û şer di navbera wan de derket û di encamê de 15 terorîst hatin kuştin û 4 navendên wan hatin şewitandin, lê piştî wê çekdarên DAIŞê 200 welatiyên wê nahiyeyê girtin.




