10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Başûrê Mûsilê- Balafiran 42 terorîst kuştin

Çavkanî: KDP.info
 
Geyare-KDP.info- Fermandarekî Artêşa Iraqê li eniya Geyare ragihand ku îro danê
 
êvarê balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li kombûneke terorîstên DAIŞê
 
dan û di encamê de 42 kes ji wan hatin kuştin.
 
Raîd Emîn Şêxanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarî saet 5 li gundê
 
Mekok ê ser bi nahiyeya Geyare ya başûrê Mûsilê ji ber êrişa Artêşa Iraqê û hêzên
 
Pêşmerge DAIŞ têk çûye û hatiye şikestin.”
 
Şêxanî wiha got: “Îro danê êvarê balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li
 
kombûneke terorîstên DAIŞê dan û di encamê de 42 kes ji wan hatin kuştin.”

Nûçeyên têkildar