Artêşa Iraqê bi çekên giran li derdora Mûsilê hatiye bicîkirin

Mûsil-KDP.info- Wezareta Bergiriyê ya Iraqê dest bi anîna hêzên xwe yên çekdar bo derdora Mûsilê kiriye û duhî heta şevê din hêzeke mezin ji Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li navşeyên derdora Mûsilê bicîh kirine. Fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, duhî lîwayek bi çekên giran gihîşt Mexmûrê.
Cîgirê Berpirsê Eniya Mexmûrê Lîwa Ziryan Şêxwesanî ji malpera KDP.info re ragihand, amadekariyên anîna hêzên leşkerî bo şerê Mûsilê li aliyê Mexmûrê destpê kiriye û jibilî ku hêzên Pêşmerge amade ne li ser fermana berpirsên xwe beşdarî şer bibin, Hikûmeta Iraqê jî dest bi anîna hêzê kiriye bo navçeyên derdora Mûsilê û lîwayeke wan jî duhî gihîşt Mexmûrê da ku di şerê Mûsilê de beşdar be, ku çekên giran bi wan re ne.
Ji aliyekî din ve, çavkaniyekê ji nava hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand ku ev çend roj in Hikûmeta Iraqê dest bi anîna hêzên leşkerî kiriye bo eniya Bendava Mûsilê û sînorê Tilkêfê, ku şevê din jî karwanekî artêşa Iraqê û Heşda Şeibî gihîştin bakurê Mûsilê û di çend kampan de bicîh bûn heta ku şer destpê bike.




