Tirkiye.. Rewşa awarte 3 mehên din hate dirêj kirin

Enqere-KDP.info- Civîna Desteya Ewlekariya Tirkiyê (MGK) biryar da ku,
rewşa awarte li Tirkiyê 3 mehên din berdewam bike.
Desteya Ewlekariya Tirkiyê di bin serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep
Tayîp Erdogan de civiya û civînê 6 saetan berdewam kir.
Serokwezîr û hemû wezîr û fermandarên ku endamên Desteya Ewlekariyê
ne, beşdarî civînê bûn.Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
Hat destnîşankirin ku, desteya ewlekarî dirêjkirina dema rewşa awarte
pêşniyarê hikûmetê dike.




