10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Edhem Barzanî: Bila hikûmet daxwazên xwepêşanderan cîbicî bike

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebçe Edhem Barzanî ragihand xwepêşandana îro ya Silêmaniyê bi awayekî yasayî û bê pirsgirêk bidawî hat û destxweşî li tevahiya hêzên ewlehiyê û berpirs û xelkê bajarê Silêmaniyê kir, herwiha daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi hemû karîna xwe daxwazên xelkê cîbicî bike.

Edhem Barzanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Xwepêşandana îro ya Silmaniyê bi awayekî yasayî û bê pirsgirêk bi dawî hat û di dema diyarkirî de destpê kiribû. Ez bi navê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê destxweşiyê li xelkê dikim li ser vê asta bilind a rewşenbîrî ku bi awayekî pir xerşik û bi awayekî hişyar daxwazên xwe pêşkêş kirin. Daxwazê jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku bi hemû karîna xwe daxwazên xelkê cîbicî bike.”

Edhem Barzanî wiha got: “Ez spasiya hemû hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê û navçeyên din dikim ku bi ruhekî ciwan û birayane çavdêriya rewşê bikin û nehêlin ti tiştekî xerab û tundî derkeve. Ez spasiya tevahiya berpirsên sînorê Silêmaniyê dikim ku hevnêrîn bûn ligel nêrînên xelkê.”

Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebçe wiha domand: “Em dilgiran nebûn ji daxwazên xelkê, lê em dilgiran bûn ku hin alî destê xwe bixin nav xwepêşanderan, lê em spasiya Xwedê dikin ku ti aliyekî nikarî wê yekê bike. Em ligel her xwepêşandanekê ne ku armanca wê daxwaz û xwestekên xelkê bin û PDKê jî li ser bingeha xizmeta xelkê hatiye avakirin.”

Nûçeyên têkildar