9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Elmaniya: Şandeke PDK’ê pişikdarî di kongireya partiya CDU kir

Çavkanî: KDP.info

Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKD) ku ji Dilşad Barzanî û Hêmin Hewramî pêkhatibû, li ser vexwendeka fermî pişikdarî di kongireya partiya CDU ya Elmaniyayê kir.

 

Di wê konfiransê de tevî amadebûna Engêla Mêrkil şêwerdara Elmaniyayê û seroka Patiya CDU, herweha hezar endamên konfiransê û sed û sî û yek mêhvanên biyanî û pêtir ji hezar rojnamevan û medyakarên Elmanî û welatên din Ewropayê têde amadebûn.

 

Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê bi germî pîrobahiyên serok Barzanî û serkirdayetiya Partî gêhandin serkirdayetiya Partî ya Kirîstiyan Demokratîk ya fermandar li Elmaniya û hêviya serkeftinê jibo konfiransa wan xwest.

 

Tê zanên li Îraqê û herêma Kurdistanê tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatiye bangkirin.

Nûçeyên têkildar