Pêşmerge: Em amade ne beşek ji mûçeyê xwe bidin mamostayan

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, ji bo ku proseya xwendin û perwerdê li Kurdistanê sist nebe, ew amade ne mûçeyê pêşmergeyên pilebilind kêm bikin û bidin mamostayan.
Ev çend roj in beşek ji mamostayên Kurdistanê dibêjin, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re dê li dijî gîrobûn û kêmkirina mûçeyê xwe, medrese û qutabxaneyan baykot bikin.
Li hember vê yekê, Wezareta Pêşmerge û yekîneyên 70 û 80 yên hêzên Pêşmerge peyamek belav kirin.
Di peyamê de sala nû ya xwendin û perwerdê li mamosta û şagirdan hatiye pîrozkirin û hatiye gotin ku Pêşmerge û mamosta di qonaxa niha de “hevçeper in” ji ber wê jî nabe çeper vala bibe.
Di daxuyaniyê de ji mamostayên Kurdistanê hatiye xwestin medrese û qutabxaneyan baykot nekin û li ser karê xwe berdewam bin.
Di beşeka din a peyamê de hatiye gotin ku Wezareta Pêşmerge amade ye mûçeyê pêşmergeyên pilebilind kêm bike û bide mamostayan da ku proseya xwendin û perwerdê sist nebe û paş nekeve.




