Amerîka piştgirî da nerazîbûnên li dijî qeyûman li Bakurê Kurdistanê

Ajans-KDP.info- Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, helwesta balyozê Amerîka li Tirkiyê li hember danîna qeyûman li ser şaredariyên Kurdistana Bakûr, helwesta fermî ya hikûmeta Amerîka ye.
Çend roj berê Hikûmeta Tirkiyê dest danîbû ser 28 şaredariyên Kurdistana Bakûr û bi hêceta ku “alîkariya PKKê dikin” qeyûm ji wan re danîbû.
Balyozê Amerîka li Enqerê, John Bass li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, “Em hêvîdar in danîna qeyûman demkî be û di demek kurt de gel dîsa nûnerên xwe hilbijêrin”.
Daxuyaniya John Bass rastî nerazîbûna tûj a rayedarên Tirkiyê hatibû. Li ser vê kirîz, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner, di kongireyeke rojnamevaniyê de piştgirî da John Bass û got, balyozê me bi navê hikûmeta Amerîkayê daxuyanî daye.




