Ebadî û Obama dê operasyona Mûsilê gotûbêj bikin

Ajans-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dê di serdana xwe ya Amerîkayê de pirsa rizgarkirina bajarê Mûsilê ligel Serokê Amerîkayê Barack Obama gotûbêj bike.
Duhî danê êvarî 16.09.2016ê ji aliyê Koşka Spî ya Amerîkayê ve beyanameyek hat belavkirin, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo beşdarî çalakiyên Encumena Giştî ya Netewên Yekbûyî bike dê serdana Amerîkayê bike.
Li gor heman beyanameyê roja 19.09.2016ê Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê Amerîka Barack Obama dê bicivin û gotûbêjan li ser şerê rêxistina terorîst a DAIŞê û rizgarkirina bajarê Mûsilê bikin.




