Nêçîrvan Barzanî piştgiriyê li Nadiye Murad dike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nçîrvan Barzanî pîrozbayî li keça Kurd a Êzidî Nadiye Murad kir û piştgiriya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re ragihand.
Bi boneya destnîşankirina wê weke Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi germî pîrozbayî li Nadiye Murad kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de kêfxweşiya xwe li hember diyarkirina Nadiye Murad weke Balyozê Niyetpakiyê yê NY tîne ziman.
Ev jî naveroka nameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Nadiye Murad e:
Xanima birêz Nadiye Murad
Silav û rêz
Ez gelek kêfxweş bûm bi destnîşankirina we weke Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî, bi vê helkevtê ve ez ji dil ve pîrozbayî li we dikim, hêviya serkevtinê bo erkê we dixwazim, ez û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyekê em amade ne, hemû piştgiriyên pêwîst pêşkêşî we û kar û erkên we bikim.
Destnîşankirina we weke Balyozê Niyetpakiyê yê Netewên Yekbûyî, nîşaneya hevsozî û piştevaniya navdewletî bo xwîşk û birayên me yên Êzidî ye, herwiha cihê şanaziyê bo hemû Êzidiyan û tevahiya Kurdistanê ye.
Hêvîdarim ku ev erkê we bibe piştevaniyeke din bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dostên Êzidiyan, ku cenosîda li dijî xwîşk û birayên me yên Êzidî û pêkhatyeên din ên olî û netewî hatiye kirin, da ku ji aliyê civaka navdewletî ve weke cenosîd were naskirin.
Careke din ez ji dil ve spasiya we dikim, hemû piştgirî û piştevaniya xwe jî bo we û serkevtina erka we dubare dikim.
Nêçîrvan Barzanî




