Serbest Lezgîn: Jiber pêgehê bi hêzê Kurdistanê berdewam kêşe bo peydadibin

Endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û berpirsê liqê 8 ê Partî li Zaxo, di simînarekê de diyar kir ku jiber pêgehê bi hêzê herêma Kurdistanê berdewam kêşe bo peydadibin.
Di simînarê de berpirsê liqê runahî berdane ser rewşa giştî ya deverê û ew alozî û guherînên peyda dibin û got: " Kurd hevpişkin di Îraqa Fîdral de û Kurdan xwestiye digel Îraqeka dîmokrasî û fîdralî de bijîn û her kesek li ser binyatê destûrî mimaresa deshelatên xwe bike nek bi arasteyekê takrewî reftarê digel kêşên henukeyî bike û bendên destûr piştguh bixe
.
Endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê got jî: " jiber ku îro herêma Kurdistanê xwidan pêgehekê bi hêze ji aliyê siyasî û aborî ve û rolekê giring û karîger digêrin berdewam kêşe bo peyda dibin û diyar kir ku pêkînana opirasiyona Dîcle karekê berwvajî destûre û dilgiranî û nerehetî dinava pêkhatên Îraqê de peydakiriye bi taybetî Kurdan û şînewanên nerênî li ser ezmûna Îraqê dirûst dike lê bi hîç rengekî reftar û serederiya vê operasiyonê nabîte egerê şerê dinavbera Kurd û Ereban de."




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)