Liqê yek piştevaniya bilindkirina astê zanistî dike

Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqê yekê partiya Demokrat a Kurdistanê, duhî 2/12/2012 pêşiwazî li şandê zankoya Newroz û arîkar û ragirên zankoya Eskenderî ye ya Misrî li baregayê liqê yek kir.
Di vê hevdîtinê de Dr. Azad Ahmed serokê Zankoya Newroz amaje bi rewşa niha ya xwandinê û peywendiyên bihêz di navbera zankoya Newroz û Eskenderî ye da kir û got: " Ji encamê peywendiyên me, em şiyayin biriyara xwandina masterê bo xwendevanên xwe bidin û ew jî li pişkên abûrî, jimêriyarî, kargêrî kar, adab îngilîzî û yasa."
Babîrî piştevaniya liqê yek bo vekirina dergehê xwandina masterê diyar kir û got: " Ez piştevanim bo bilindkirina astê zanistî li nik kur û keçên me û bo her daxwaziyekê em weku liqê yek di berhevin û umêda mine miletê me di warê zanistî de pêş bikeve, jiber ku avedankirina welat bi vî rengî ye."
Ev şanid ji aliyê Zankoya Newrozê pêkhatibû ji Dr. Azad Ahmed serokê Zankoyê û Dr. Ferhad Reşîd ragirê kolîja yasa û ramiyarî, û ji aliyê Misrî ve Dr. Îbrahîm Lebute şêwerdar li zankoya Eskenderî ye, Dr. Telet Diwêdar perpirsê xwedina bilind, Dr. Eşref Ferec ragirê kolêja adab û Se'îd Ebdulezîz ragirê kolêja bazirganî ya zankoya Eskenderî ye ya Misrî




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)