9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Şirove û bûçûn

Kurmê şîrî heta pîrî

Çavkanî: KDP.info

Hemîd Smaîlaxa

Di dema avakirina xwe de “PKK” bi diruşmên “şerê çekdarî, ji bo rizgariya Kurdistaneke yeker, pêşverû, û sosyalîst” xwe di nav civata Kurd de, da pêş. Lê di tevaya belgeyên dîroka xwe de, xweş diyar dibe ku bi palpiştiya dewletên dagirker, berê xwe da tevgera welatparêziyê.
Beriya ku berê çekên xwe bi dagirkeran re veke, şerê çekdarî li hemberî hêz û rêxistinên pêşverû û welatperwer kir. Heta girêka xwe bi pişt xist, qada xebatê ji hêzên welatperwer paqij kir, hêdî hêdî naveroka welatperweriya Kurdî vala kir û diruşmên xwe jî di pêvajoyê de, sîstematîk guhert.
Nuha di hemî diruşm û daxuyaniyên ji devê desthilatdar û berpirsiyarên wan derdikevin li ser yekeriya bi dagirkeran re ye û avakirina dewleteke kurdî ji bernameya xwe avêtine. Heta alîgir û dilxwazên avakirina dewleteke serbixwe, ji wan re hember in û bi çavên neyaran li wan dinerin.
Doh li Bakurê Kurdistanê, îro jî li Rojavayê Kurdistanê, her weha li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî, heman leyistikê bi navê kurdî lê bi naverokeke ji Kurdistanîbûnê bidûrketî bi rêve dibin.
Bi zanebûn, pirsa Kurd û Kurdistanê bênaverok dihêlin. Li Rojavayê Kurdistanê, her wekî li Rojhilat û li Başûrê Kurdistanê jî kirine, ji hev belavkirin û ji ortê rakirina kesên welat perwer û berxwedana hêzên welatparêz, felsefeya dema avakirinê bibîr tîne.
Rêjeya ‘Ereban li Rojavayî Kurdistanê ji ya Kurdan bêtir dibe. Dijminaya kurdên welatperwer ketiye pêşiya hemî kiryaran.
PYD û rêxistinên di çarçoveya wan de, her wekî felsefeya di destpêka peydabûna PKK de, bi palpiştiya dagirkeran, ji neyaran bêtir, berê xwe danê hêz, rêxistin û kesên welatperwer da ku wan ji qada xebatê bidûr bixin û bi kêfa dilê xwe, bi neyaran re yar lê bi kurdan re neyartiyê bikin.
Girtin û ji Rojavayê Kurdistanê bidûrxistina Serokê ENKS hêja Brahîm Biro, ji metirsiya xurtbûn û bipêşketina neteweperweriya Kurdî û bi pêşketina bîr û baweriya nîştîmanî û demokrasiya kurdan a navxweyî ye.
Ji xwe, jihevdexistina yekrêziya nav kurdan û dûrbûna ji bîrûramanên neteweyî ne di berjewendiyên Kurd û Kurdistanê de ye. Lê li gora xêrnexwazên Kurdistanê; “çawa çend hêzên Kurd bibin yek û Eniyeke welatparêz ava bikin?” Ev yekrêzî û yekîtiya hêzên Kurdistanî ya li Rojavayê Kurdistanê, bi dilê hemî kurda ye û tirsê dixe dilê neyar û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê. Bihevxistina reng û dengên neteweyî leyistik û dolabên dagirkeran hildiweşîne. Vîlik û planên yên wek Malikî ku bi vekirî fesadiyê di nav kurdan de gûrr dike, xerab dike. Bihevxistina dengên neteweyî piştgirî û alîkariya serbixwebûna Kurdistanê dike û tirsa di dilê desthilatdarên li Ankara, Tehran, Bexdê û Şamê de xurttir dike. Bi berdewamî; desteserkirina endamên polîtburoya PDK-S Mihemmed Smaîl û Neş’et Zaza, endamên Komîteya Navendî Salih Cemîl, Evdilkerîm Hacî û Nafi’ Evdilla, her weha desteserkirina cîhgirê Brahîm Bro, endamê Komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye, Hesen Salih (Hesenê Tenûriyê), li hemberî xeta neteweyî-Kurdistanî, kiryareke gemarî ye û di xizmeta xêrnexwazên Kurdistanê de ye. Kurdno! Li hemberî van kiryarên gemarî bêdeng nemînin! Bêdengî bindestî ye û pejirandina nehaqiyê ye.
Mêrdîn/ 16 08 2016 

Nûçeyên têkildar