Macgork: Amerîka 4 firokeyê F16 radestî Iraqê kir

Ajans-KDP.info- Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya
Navdewletî di şerê lidijî DAIŞê de Brett Macgork ragehand ku, Amerîka 4
firokeyên F16 radestî Iraqê kirin.
Nûnerê Serokê Amerîka Barak Omaba di Hevpemaniya Navdewletî de Brett
Macgork li ser tora civakî ya Twitter belavkiriye ku, Amerîka 4 firokeyên F16
radestî Hikûmeta Iraqê kiriye.
Herwiha eşkerekirye ku, hejmara firokeyên F16 ku gihştine artêşa Iraqê 10
firoke ne û bandora wan di şerê lidijî DAIŞê de başe.
Gehiştina wan fireokeyan bo artêşa Iraqê di qonaxa sêyemîn de tê ji
rêkeftina di navbera Iraq û Amerîka de ku li gorî wê, wê Amerîka 36
firokeyên core F16 radestî Iraqê bike.




