Fazil Mîranî pêşwaziya şandeke Civata Kurdên Êzîdî li Rojavayê Kurdistanê kir

Duhî di hevdîtinekê de li baregehê polît bîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Selahedînê digel şandeke Civata Kurdên Êzîdî li Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya xanim Mizgîn Yûsif, Fazil Mîranî sekreterê polît bîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê bal kişand ser rewşa îroyî ya Kurdistanê û deverê.
Fazil Mîranî di vê civînê de piştî bixêr hanina wan, basa rola Kurdên Êzîdî kir di azad bûna Kurdistanê de, herweha tekez li ser gotinên serok Barzanî kir gava dibêje kes nikare nasnama neteweyî bide kesekî yan jê bistîne.
Ji aliyê xwe ve xanim Mizgîn Yûsif seroka civata Kurdên Êzîdî li Rojavayê Kurdistanê bi navê civet xwe û kesên amade sipasiya polît bîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê kir jibo vê civînê, û dilxweşiya xwe da xuyakirin bi serdana herêma Kurdistanê




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)