10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Silêvaneyî: Biryar e sibe kurd vegerin Bexdayê

Çavkanî: KDP.info
 
Bexda-KDP.info- Endamekî Lêjneya Darayî di Parlementoya Iraqê de
 
ragihand ku vegera kurdan bo Bexdayê bo 2 mebestan e, ku Bexda para
 
Kurdistanê ji deynên navdewletî bişîne û herwiha Hikûmeta Iraqê pereyê
 
genmê jotkaran ji Herêma Kurdistnê re bişîne.
 
 
Hakim Serhan Silêvaneyî Parlemanterê kurd li Bexdayê ji malpera KDP.info
 
re ragihand: “Biryar e em sibe vegerin Bexdayê û dema ku em vegeriyan
 
emê dest bi komkirina îmzeyan bikin bo 2 mebestan e, ku Bexda para
 
Kurdistanê ji deynên navdewletî bişîne û herwiha Hikûmeta Iraqê pereyê
 
genmê jotkaran ji Herêma Kurdistnê re bişîne. Lewma em hêvîdar in ku
 
 
frakisyonên Kurdistanê bi me re hevkar bikin, da ku em serkeftî bibin.”
 
Li gorî Silêvaneyî, ew çaverê dikin ku Sune hevkar bin bi wan re, lê Şîe bi
 
zehmetî, lê eger karîn 100 îmzeyên parlemanteran kom bikin dê ew piroje li
 
parlementoyê bê gotûbêjkirin û deng li ser bê dayîn û hikûmet neçar dibe
 
ku cîbicî bike.

Nûçeyên têkildar