Xesro Goran: PDK û Yekgirtû û Komel li dijî serdana YNK û Goran in bo Bexdayê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Frakisyona PDKê di Paralemantoya Iraqê de
dibêje, li Bexda her 5 partiyên kurdî wek yek frakisyonê dihatin naskirin û
pêkve kar dikirin, lê bi çûna YNK û Goran bo Bexdayê ew hevpeymanî hat
şikandin.
Xesro Goran Serokê Frakisyona PDKê di Paralemantoya Iraqê de ji malpera
KDP.info re ragihand: “Ev 2 sal û nîv e ku her 5 frakisyonên kurdî li Bexdayê
wek yek frakisyonê kar dikirin, ew jî tevî nakokiyên navxweyî yên Kurdistanê
lê e, li Bexdayê hevpeyman bûn, lê bi çûna YNK û Goran bo Bexdayê ev
hevpeymanî hat şikandin û her yek ji frakisyonên PDK û Komel û Yekgirtû jî
li dijî wê serdanê ne.”
Derbarê yekîtiya frakisyonên Goran û YNKê jî, Xesro Goran wihe got:
“Goran û YNK berê jî her yek bûn û niha jî ew nabin mezintirîn frakisyona
Kurdistanê. PDKê li Iraqê 28 kursî heye û YNK û Goran jî bi herdu aliyan 28
kursiyên parlementoyê hene.”




