Şahê Med ê şoreşger, Xeşterît

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
Bav û kurik:
Damezirênerê şahnişîna Med; Deyako sala (674/675 b. z) mir, û kurê wî Xeşterît /Khahathria,
ku li ba Girîkan Feraort / Phraortes tê naskirin, şûna wî girt. Deyakonov weha diҫe, ku dema
bavê wî bo welatê Aşûr hatibû sirgunkirin, ew li wî welatî hate perwerdedikirin, û hate
amadekirin, ku bibe hikumdarekî mêldarê wan be, û tedbîr û polîtîka wan bixebitîne,
Aşûriyan lawên pêşewayên gelên din jî wusa perwerde dikirin. Dewleta Osmanî heman
polîtîk li gelên lawên mîr û axa û begên Kurd bi kar dihanîn 1 .
Dema, ku nakokiyên ji bo desthilata şahnişîna Aşûr serî hildan, şah Senharîb / Sennacherib
(704 – 680 b. z) bi destê lawekê xwe hat kuştin, û kurê wî yê duwem Esîrheddon / Eserhadoon
(680 – 669 b. z) şûna bavê xwe girt.
Evan nakokiyên ji bo desthilatê di navbera rêvebirên Aşûr de, Xeşterit ber bi vejîna pirojeya
rizgarkirina welatê Med ve têvedan, cefayên bavê wî Deyako jî ber ba nebûbûn.
Gewretirîn destkeftiyên Deyako ew bû, wî hemî êlên Medan dabûn ser hev, û têgeha
mêldariya medî li ba Medan ber bi pêşve biribû, ew ji têgeha (êla dewlet) û ya (gundê dewlet)
ber bi têgeha (Dewleta milet) de hildabûn.
Xuya ye, ku têkҫûna şoreşa Deyako, û dîlkirina wî, rê li pêş dubarekirina nakokiyên Medan
vekir, lê bê guman, rola polîtîka şahnişîna Aşûr jî di kûrkirina jihevxistina Medan hebû.
Xeşterît cefayên xwe ji bo du waran terxandibû:
Yekem, warê hindurîn: Xeşterît careke din êlên Medan hanîn ser hev, û mêldariya bi ser
milet ve, da pêş mêldariya bi ser êlê de, û sazûmanên dewletê hêzdar kirin. Hêjayî gotinê ye,
ku şahnişîna Med di dema Deyako de penaheke (kîyan) hevgirtî bû ( li gor têrma nû federal
bû), û rêvebirên wan êlan, di encûmena hevgirtinê de şah hildibijartin, û biryarên ҫarenûs
digirtin. Xeşterît artêşa dewletê ji nû ve organize kir, û li gorî bingehine nû perwerde kir, û
tektîkên cengê û tîrkevanî û perwerdeya siwaran û hunerên şerkariyê ber bi pêş ve birin.
Duwem, ware herêmî: Xeşterît êlên sînordar ber bi xwe ve anîn, wek êlên Sîmmîriyon /
Cimmerians û Sîkîs / Scythians, ku giringtirînên wan êlan bûn, û êlên Farisan ji heyştemîn
sedsala b.z de li başûr rojhilata Med bi cih bûbûn. Xeşterît da ser wan êlên Farisan, û ji bo
parastina pişta Med, gava bide ser şahnişîna Aşûr, tev li şahişîna Med kirin. Hêrodot dibêje:
“Feraort (Xeşterît) bû şahê du gelan, her du jî hêzdar bûn, piştî ku ev serkeftin bi dest xist,
berê xwe da Asiyayê 2 , ku dest bide ser, di her cengekê de bi ser diket, û welat li pêş hêza wî
yeko yeko diketin, û cenga dawî ew bû, ku da ser Aşûriyan” 3 .
Ragihandina şoreşê:
(1) Deyakonov: Miyaa, rû 275.
(2) Deverên rojavayê Asiyayê.
(3) Hêrodot: Tarîx Hêrodot, rû 80.
Di meha Newroza sala (673 b. z) de, Medan bi serperştiya Xeşterît dan ser şahnişîna Aşûr,
heye ev yeka bi boneya cejna Mewrozê ya, ku di kelepûra Kurd de, kevin e, bû. Ewana ji
nişkave, bi nûtektîkên şerkariyê û bi nûhunerên cengê, dan ser artêşa Aşûr, û şoreşgerên
Medan, bi awayên nû û aferînî, dan ser kelehên wan. Deyakonov dibêje:
“Dorpêҫkirina kelehên Aşûr ji hêla Medan de bal dikşand, ji ber ku ne wek dorpêҫkirinên
cengan bû, belê serhildan û şoreş bû, ku li ser bingeha stiretacîk û hunerên cenganî bû. Bi vî
awayî Aşûrî ji kelehên xwe baz dan, tevî ku artêşa wan, wê demê, wêrek û hêzdar bû, û wê
baştirîn ҫek hebûn” 4 .
Şoreş bi ser ket, û hemî deverên Med ên gelek fireh hatin rizgarkirin, û şah Xeşterît, ji bo
gêrkirina împeretoriya Aşûr û rakirina sitema wê ji ser gelên rojavayê Asiyayê, bi xwe ket
pêş artêşa xwe û da ser Nînewa; paytexta împeretoriya Aşûr. Hêjayî gotinê ye, ku beriya wî,
hêҫ şahekî din newêrîbû bide ser şahinşîna Aşûr, ji ber ku desthilata wê gelek sitemkar bû, û
saw xistibû dilên gelên sînordar 5 .
Têkҫûna şoreşê:
Hikumdarên Aşûr dizanîbûn, ku ҫêtirîn alav ji bo têkbirina hêrişa Medan bi ser paytexta wan
de, ew e ku hevbendiyên wan li gel gelên sînordar hilweşînin, û artêşa Medan bi dijminên
hêzdar û sitemkar re, ango bi Sikêsiyan re mijûl bikin.
Aşûrî di vê pilanê de bi ser ketin, û rêvebirên Sikêsiyan li dij Medan sor kirin, û şahê Aşûr,
Aşûrpanîpal keҫa xwe li şahê wan Madiya / Madyes mehir kir, da hevbendiya Aşûr-Sikês
hêzdar bike 6 .
Aşûrpanîpal berê Sikês bi serperştiya şahê wan Madyes ber bi hêrişa ser Medan ji paş ve da,
pêre jî hêzên Medan ketin navbera du artêşên şerkar û di cengan de xwedî taqet, Xeşterît
şikest û ceng ji dest da, û sala (653 b. z) di wê cengê de hate kuştin, piştî ku 22 salan hikudarê
Med bû.
Encama vê cengê ew bû, ku Sikêsiyan welatê Med 28 salan dagîr kirin (653-625 b. z). Bê
guman ev yeka bi erêkirina hikumdarên Aşûr bû, ewana Sikêsî, ji bo alîkariya, ku
împeretoriya Aşûr li ser lingan hêşt, bi şahnişîna Medan perû (xelat) kirin 7 .
Bi vî awayî Med bendewarên pêşewayekî din man, da pirojeya rizgarkirinê bi rê ve bibe. Ew
pêşewa Keyxusrew kurê Xeşterît bû.
(4) Deyakonov: Mîdya, rû 250, 251.
(5) Heman jêder, rû 252.
(6) Heman jêder, rû 260.
(7) Taha Baqir û hinekên din: Tarîx Îran El-Qedîm, rû 40.




