Hejmara fermî ya kuştî û birîndarên teqîna Stenbolê

Ajans-KDP.info- Walîtiya Stenbolê ragihand, di teqînên balafirgeha Ataturk
a Stenbolê de, 41 kes hatine kuştin.
Duh bi şev li balafirgeha Ataturk a Stenbolê, 3 êrişên xwekujî qewimîn.
Destpêkê hat gotin ku tenê 36 kes hatine kuştin.
Lê Walîtiya Stenbolê îro ragihand, di teqînên balafirgehê de 41 kes hatine
kuştin û 239 kes jî birîndar bûne. Di nav kuştiyan de 13 biyanî jî hene.
Li gorî agahiyan, 130 birîndar li nexweşxanê tên dermankirin yên din jî ji ber
ku birînên wan sivik bûne, çûne malên xwe.
Tê gotin ku êrişên han ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin lê heta niha DAIŞê li ser
wê bûyerê tiştek negotiye.




