10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Erdogan daxwaza lêborînê li Pûtîn kir

Çavkanî: KDP.info
 
Ajans-KDP.info- Serokomarê  Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê xistina
 
balafira şer a Rûsya de daxwaza lêborî li Serokomarê Rûsya Vladimir Putîn
 
kir.
 
 
Koşka Serokatiya Rûsya, Kremlîn ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip
 
Erdogan derbarê xistina balafira şer a rûsî de nameyek ji Serokê Rûsya
 
Vladimir Putîn re şandiye.
 
 
Erdogan di vê nameyê de ragihandiye, ku Tirkiye û Rûsya du welatên dost û
 
şirîkên hev ên stratejîk in û rayedarên Tirkiyê naxwazin têkiliyên navbera
 
her du welatan xirab bikin. Erdogan herwiha daye xuyakirin, ku wan bi ti
 
awayî niyeta wê yekê nebûye ku balafira Rûsya bixin xwarê.
 
 
Di beşeke din a vê nameyê de Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê jî kiriye,
 
ku li gel hemû metirsiyan wan gelek hewl dan, da ku cenazeyê pîlotê rûsî ji
 
destê çekdarên Dijbereya Sûriyê derxînin û piştî birina bo Tirkiyê vegerînin
 
Rûsyayê.
 
 
Erdogan di berdewamiya nameya xwe ya bo Putîn de wiha dibêje: "Hemû
 
ew tiştên ku ji aliyê me ve hatin kirin, ji bo parastina pêwendiyên Tirkiye-
 
Rûsya bûn. Ez dixwazim careke din hevsoziya xwe û sersaxiyê ji malbata
 
pîlotê rûsî yê wefatkirî re rabigihînim û ez dibêjim, bibore (mixabin). Ez ji
 
hemû dilê xwe ve şirîkê êşên wan im. Em pîlotê rûsî wek nalbatek Tirkiyê
 
dibînin. Ji bo kêmkirina êşan û asta ziraran, em bo her core destpêşxeriyekê
 
amade ne."
 
 
Herwiha di nameyê de Serokomarê Tirkiyê ew yek jî gotiye, ku wan lêkolîn
 
bi wî pîlotê tirkî re dest pê kiriye, ku pêwendî bi kuştina pîlotê rûsî ve heye.

Nûçeyên têkildar