Serok Barzanî: Pêwîst e hemû alî piştgiriya Pêşmerge û serxwebûnê bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihand ku di vê rewşa niha de pêwîst e karê herî li pêş ê hemû aliyan “serxwebûn, piştgirîkirin li pêşmerge bo têkşikandina terorîstên DAIŞê, baştirkirina jiyana xelkê û rûbirûbûna gendeliyê” be.
Mesûd Barzanî di vê peyamê de amaje bi kempînên medyayî yên Tevgera Gorranê yên li dijî şexsê xwe dike û dibêje: “Ez daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku ti kes li ser min bersiva wê kempînê û gotinên wan bersivê nede û kes danekeve vê asta nizim.”
Serok Barzanî di peyama xwe ya bo xelkê Kurdistanê de wiha berdewam dike: “Ez daxwaz ji we dikim, piştevanî û bergirîkarê serxwebûnê û pêşmergeyên qehreman bin. Parêzerê heq û dadmendiyê bin û li hember gendelî û kultura dijûnan bisekinînin û parêzvanên ferheng û nirxên gelê me bin.”
Serok Barzanî herwiha dide xuyakirin, ku di vê rewşa niha de pêwîst e karê herî li pêş ê hemû aliyan “serxwebûn, piştgirîkirin li pêşmerge bo têkşikandina terorîstên DAIŞê, baştirkirina jiyana xelkê û rûbirûbûna gendeliyê” be.
Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî wiha dibêje: “Teqez ewên ku yekrêziya gel têk didin û hewla têkdana ewlehî û asayişa Kurdistanê didin û karesatan bi ser wî gelî de tînin, dê bigihîjin cezayên xwe.”




