Parlementarekî HDPê ji helwêstên PKKê dilgiran e
__2016_06_12_h18m39s34__HK.jpg)
Ajans-KDP.info- Parlementarekî PArtiya Demokratiya Gelan (HDP) dibêje
xelkê Kurdistana Bakur ji çareseriya rewşa navçeyê û helwêstên vê dawiyê
yên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) nerazî û bê hêvî bûne.
Parlementarê HDPê Altan Tan ji Amed daxuyaniyek da û kenalên
ragehandia Tirkiyê jî ew belav kirin, di daxuyaniya wî de hatiye: “Bi sedema
teqîneyên vê dawiyê yên PKKê li Amed, Stembol, Mêrdîn û navçeyên din ku
hejmarek welatiyên sivîl têde hatine kuştin û birîndar kirin, ji PKKê û ji
siyaseta hikûmeta Tirkiyê bêzarbûne.”
HDPê jî ji dîtina çareseriyekê bê hêvî bûye, parlementarê navborî dibêje:
“Heger şer bi vî şêweyî li Kurdistanan Bakur berdewam bike, jibilî HDPê di
partiyek din muhafiz li Kurdistana Bakur ava bibe.”




