10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ban Ki Mon: PKK, Heşdî Şeibî û DAIŞ zarokan biçek dikin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY), nîgeraniya xwe
 
ji ber biçekkirina zarokan a li Sûriyê, Efganîstan, Başûrê Sûdanê, Somaliyê û
 
Iraqê nîşanda û ragihand ku PKK, Heşdî Şeibî û DAIŞ zarokan biçek dikin.
 
Nîgeraniya Ban Ki Mon di raporta salane ya NY de, li ser zarok û nakokiya
 
çekdarî di sala 2015ê de pêkhatiye û cara yekeme jî navê hevpeymaniya
 
Ereb dikeve lîsteya reş a binpêkirinan.
 
Derbarê Iraqê de, li raportê de tê gotin, NY lêkolîn dike ku bi çek kirin û
 
bikaranîna 37 zarokan (ji wan 36 xort û yek keç) pêkhatiye. Di nav wan 37
 
zarokan de 19 ji wan li gel DAIŞê ku ji wan 18 zarokan xelkê Helebçe ne,
 
herwaha 6 hemwelatî jî ji aliyê PKKê ve û 12 zarok jî, ji aliyê Heşdî Şeibî ve
 
hatine bi çek kirin.
 
Li gor raportê Heşdî Şeibî 8 zarok naçar kirine biçin nav refên wan, herwaha
 
4 zarok jî di şerên nêzîk Bêcî ya li ser parêzgeha Selahedînê hatine kuştin.
 
Heman demê de 174 rewşên bi çek kirina zarokan hatiye pêkanîn, di nav
 
wan de 169 zarok birine nav refên DAIŞê, 3 zarok jî çûne nav refên PKK û 2
 
zarok jî di nav Heşdî Şeibî cîh girtine, lê derbarê wan de bi awayeke hûr
 
lêkolîn nekarîne pêkbînin.

Nûçeyên têkildar