10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dozgeriya Giştî daxwaza amadebûna Newşîrwan Mistefa li pêşiya dadgehê

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Dozgeriya Giştî daxwaza amadebûna Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran li
 
pêşiya Dadgehê dike.
 
 
Piştî belavbûna girteyeke vîdyoyî ya Newşîrwan Mistefa, Dozgeriya Giştî ya Herêma
 
Kurdistanê daxwaza amadebûna wî li pêşiya dadgehê kir û skalaya yasayî li dijî wî xist
 
tevgerê.
 
 
Her derarê vê yekê Serokê Dadgeha Têhekçûnê ya Hewlêrê ji Televîzyona Kurdistan 24
 
re ragihand: “Ji ber belavbûna çend tomarên dengî di medyayên PDKê de derbarê nêta
 
Goran bi êrişa ser serkonsulan, em daxwaza amadebûna Newşîrwan Mistefa li pêşiya
 
dadgehê dikin. Herwiha ev çend roj in ku fermangehê amadebûna li pêşiya dadgeha
 
lêkolînê vexwendin jê re şandiye.”
 
 
Tê zanîn ku medyayên Kurdistanê di 2 mehên borî de tomarên dengî yên Newşîrwan
 
Mistefa belav kiribûn ku tê de dibêje ewê êriş bikin ser şîrketên biyanî yên petrolê li
 
Herêma Kurdistanê û konsulên welatên biyanî û di yekem çalakî de boriya petrolê li
 
nêzîkî Çemçemal hat teqandin.

Nûçeyên têkildar