Xazir.. Bi serperiştiya Serok Barzanî operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê

Xazir-KDP.info- Îro serê sibehê bi serperiştiya rasterast a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hêzên Pêşmerge li Xazirê dest bi operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê kirin û hêj pêşde diçin.
Berpirsê Eniya Xazirê Arif Teyfur ji malpera KDP.info re ragihand: “Êrişa Pêşmerge ji aliyê Hesen Şam dest pê kir û li gorî bernameya ku ji wan re hatiye danîn pêşde diçin. Ev êriş bi serperiştiya Serok Barzanî ye û Hêzên Pêşmerge çend cih kontrol kirine.”
Ji aliyekî din ve, Fermandarê Betalyona 2 ya Hêza 1 ji Supaya 4 a Zêrevanî ji eniya Xazir ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji saet 4 sibehê ve Hêzên Pêşmerge dest bi êrişeke berfireh kirin ji aliyê Hesen Şam bo gundê Muftî û bo Girdereş û Werdek û Tulebendê jî. Pêşdeçûneke baş hatiye kirin û balafirên hevpeymaniyê jî bi tundî li DAIŞê didin.”




