Fazil Mîranî bi komîteya parastina alîgirên olên Îraqê re civiya

Duh li Selahedînê Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî bi komîteya parastina alîgirên olan re civiya.
Di hevdîtinê de Mîranî hêviya serkeftinê bo karûbarên vê komîteya han xwest û tekez li ser vê yekê kir ku, partiya demokrata Kurdistanê xwedan çandeke Dîrokî ya bihevre jiyan û hevûdu qebûlkirina olên curbicure.
Mîranî ev yek jî diyar kir ku, di bin sîbana siyasetên hekîmane yên Serok Barzanî de tevahiya aliyan hewl ji bo bihêztir kirina rihê biratî daye.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)