Bo rêzdar Ehmed Turk, Barzanî dê bi vî awayî alîkar be

Çavdêrek
Xuya ye guvaşên rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê û vegera bo maseya diyalogê ya pêvajoya aştiyê di navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de, bi awayekî ne ku yên înkara rola Başûr di pêvajoyê de dikirin û di wê baweriyê de bûn ku ewê bi şer dawiyê li her tiştî bînin, vê carê jî ketine nava têkoşanê û hewl didin ku Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî alîkariya aştiyê bikin.
Va rêzdar siyasetmedarê navdar ê Bakurê Kurdistanê Ehmed Turk bi riya medyayê daxwazê ji Serok Barzanî dike ku careke din derbasî nava pêvajoya aştiyê di navbera PKK û Tirkiyê de bibe û ew bi xwe bibe alîkar.
Tişta ku ne veşartî ye, rêzdar Turk bi xwe ji hemû kesî baştir dizane û dikare bibe şahid jî ku Serok Barzanî çi rolekî bi bandor û rastgo dît di rawestandina wê hemû xwîna ku li Bakurê Kurdistanê rijiya, ji ber ku ji nêzîk ve haya wî ji wan hewlên Barzanî bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê, hebû.
Bi dirêjahiya 25 salên borî Serok Barzanî, çi beriya serokatiya Herêma Kurdistanê û çi jî wek Serokê Herêmê, hemû hewlên xwe daye bo aştî û wekheviyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, heta wê astê ku li her cihekî eger bi xêrê li ser Bakurê Kurdistanê axaftin hatibe kirin, yan Barzanî ew axaftin kiriye yan jî bi haydarî û bi şêwra wî bûye.
Lê PKK bû yê ku di dawiya bihara par de, agir berda bêndera pêvajoya aştiyê û şovonîstên tirkan rakirin, û di dawiyê de bi herdu aliyan Bakurê Kurdistanê di nava xwînê de ma.
Serokê Herêma Kurdistanê dibîne ku ti demê xêr di şer de nebûye û eşkere ji PKK û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê re gotiye ku berê xwe nedin şer, ji ber ku şer tenê ji bo xweparastinê ye û bi neçarî tê kirin.
Ew kesên ku daxwaz ji Barzanî dikin ku ji bo vegera pêvajoya aştiyê bibe alîkar, bi taybetî jî rêzdar Ehmed Turk divê zanibin ku di siyasetê de Barzanî bi eşkere kar dike û nakeve pêvajoyekê de eger pêşdem rê jê re nehatibe amadekirin û eger hêviya encamekî baş jê neke.
Bi kurtî, serok amade ye bo xêra kurdan li her cihekî têkoşînê bike, lê bi wî mercî, ew destên ku Bakurê Kurdistanê vegerandin nav şer û xwînê, bi aqilî li xwe vegerin.




