Berpirsê peyvendiyên Derve yên Partî: Em naxwazin Kurdên Rojava bikevin nava şerê

Berpirsê peyvendiyên Derve yên Partiya Demorkat a Kurdistanê Hêmin Hewramî di derbarê rewşa dawî ya Îraq û Sûriyayê de ragihand ku, Kurd bi ti awayî Bexda bo Malikî bicîh nahêlin.
Hêmin Hewramî ji ajansa Anadolê re eşkere kir ku, raste niha Malikî nêzî 100 hezar çekdarên xwe bo Sînurên Deverên weqetandî yên Kurdistanê birê kiriye lê Kurd bi ti awayî Bexda bo Malikî bicîh nahêle û Kurd vê rojbiroj çalakiyên xwe yên siyasî ên li Bexdayê berfiretir bike.
Di derbarê rewşa Sûriyayê de jî Hêmin Hewramî eşkere kiriye ku, em bi ti awayî naxwazên Kurdên Rojawayê Kurdistanê bikevin nava şerê heyî li Sûriyayê û em daxwaz ji tevahiya aliyên Kurdî dikin ku, xwe bo bidest xistina wan armancan amade bikin ku, di nava konferansa opozisyona Sûriyayê ya li Duheyê de biryar li ser wan hatiye girtin.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)