Berpirsê liqa 2 ya PDK ligel şandeke Partiya Îslamî ya Îraqê civiya

Elî Husên berpirsê liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, pêşwazî kir li şandekê partiya Îslamî ya Îraqê kir ku pêkhatibûn ji diktor Emar Wehîd û Welîd Osman endamên mekteba siyasî ya Partiya Îslamî ya Îraqê û Yunis Haşim berpirsyarê mekteba Hewlêrê ya Partiya Îslamî ya Îraqê û Endamên mektebê.
Di vê civîna han de giringî bi pêwendiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Îslamî ya Îraqê hat kirin, û piştire rewşa siyasî û kêşe û aloziyên Îraqê hatin gengeşe kirin.
Her di vê civînê de şanda Partiya Îslamî ya Îraqê tekez kir ku gerek hikûmeta Îraqê sûd û faîde ji rewş û pêşkeftina Kurdistanê bigre.
Herweha wê şandê piştivaniya xwe jibo mafên Kurdan daxuyanîkirin û diyar kirin ku çêbûna dewleta Kurdî mafê xelkê Kurdistanê ye. Herweha rol û helwêstên serok Barzanî bi xizmeta Îraq û demokrasiyê dan zanîn.
Ji aliyê xwe ve berpirê liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê destxweşî li helwêstan wan kir û tekez kir ku kêşên herêma Kurdistnê li gel hikûmetêne ne ligel Ereban yan çu mezheban




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)