9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Babîrî: Bo her metirsiyeka li ser Kurdistanê divê kadirên Partî amadebin

Çavkanî: KDP.info

Ebdwalxaq Babîrî endamê çivata serikirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê 1 yê partî diyar dike ku kêşeyên niha heyin li ser cadeya siyasî ya Kurdistanê û Îraqê kêşeyên netewîne bu kurdan û desturî ne.

 

Babîrî di dîdarekê da bu rojnameya Evro amaje bi wê çendê da ku Kurdistan di qunaxeka nazik daye û got: " ew kêşeyên li navbera hewlêr û Bexda da heyin kêşeyên disturî û qanunî ne, dîsan girêday neteweya miletî ne, xelkê Kurdistanê hezkir di van gihurînên hatî ye rwîdan di rojihelata navîn de ew jî xwe biguhire û çunku gelê kurd jî li gel evan guherînan û piştî zulim û zurdariyeka dirêj divêt parçe bûna xwe lêk bide û azad be. "


Berpirsê liqê 1 yê Partî got: " pêşî salekê serokê herêma Kurdistanê metirsiyên li ser Kurdistanê ragehandibûn û bi jwîrane baru dux şiruvekir û nexasme ew siyaseta malikî digêre ku çenabê wî pitir her kesekî dizane çenda metirsiy dare û kêşeyên niha ne di biçûkin belku cêbecê kirina hemû wan qanunên kurd dakukyê li ser dikin bidirustî nasnameya miletê kurd dê diyar get û berivajî wê çendê ku raste kurdan cihê xwe li Bexda kirî ye lê eger ew birige û madên desturî yên girêdayî kurdan nehêne cêbecê kirin li wî demî destnîşankirina mafê miletê kurd nahête kirin û bi çareserikirina ewan xalên me diyar kirin di çarenivîsîne û divêt hikûmeta fîdiral cêbecê biket. "


Ji aliyekî dî ve endamê çivata serikirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê ew çende jî diyar kir ku pêdivî ye li ser kadirê partî bi hişiyarî serederiyê li gel baru duxî niha biket û got: " armanca me ne şere lê pêdivî ye kadirê partî pitir her wextekî yê aza û hişiyar be bu her pêşihatekê û hişiyarikirina xelkî li ser biniyatê neteweyî bo hindê berevanî ji axa Kurdistanê bihête kirin û hemû xelkê Kurdistanê bi giştî jî divêt yê hişiyar be û bi pile yek kadirê partî çunku hebûna partî anku parastina mafên Kurdistaniyane. "


Li dûmahiyê Ebdwalxaliq babîrî ew çende da diyar kirin ku bu her mitersiyeka li ser Kurdistanê pêdivî ye kadirê partî yê amadebe û xwe lanede ji berevanî kirinê û çunku partî li ser biniyatê xu gurî kirinê ya hatî ye danan bo mafên xelkê Kurdistanê

Nûçeyên têkildar