9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Şirove û bûçûn

Êşandina Barzanî

Çavkanî: KDP.info
 
 
Zikrî Mûsa
 
Di deh salên borî de, gelekî Serok Barzanî êşandin. Kesên ku Barzanî êşandin 
 
partiyên kurdî bûn, erebên şofînî bû, mezhebger, dezgehên îstixbarata 
 
welatên navçeyê, gendelkarên nava PDKê bûn, bi hezaran malper û torên 
 
civakî û nivîskarên bikirêgirtî bûn, siyasetmedarên ku xwe biçûk dibînin bûn. 
 
Ev hemû beşdar bûn di êşandina mêrxaskî ku tenê serbilindî û serfirazî ji 
 
gelê xwe re dixwest.
 
 
Barzanî êşandin ji ber ku bi dehan car rûbirûyî destdirêjî û hemaqeta tirkên 
 
nejadperist bûye. Barzanî êşandin ji ber bo aştî û iraqeke nû de xwestiye 
 
tolhildan li Iraqê nemîne, ew jî tevî ku destê dewleta Iraqê bi xwîna zarokên 
 
kurdan sor bû. Barzanî êşandin, ji ber ku poz û bêvila Malikî û Şehristanî û 
 
dîktatorên nû yên Iraqê şikand û rê pêşiya  serweriya wan girt.
 
Barzanî êşandin desthilata Wîlayeta Feqîh qebûl nekir û rêgir bû li pêşiya 
 
mezhebgeriya şîeyan û şofînyeta suniyan. Barzanî êşandin, tenê ji ber ku 
 
dixwest dîsa bawer bibin ji xwe û kurd bêjin em jî hene û em ne dûvik in û ti 
 
mafek min ji yê xelkê ne kêmtir e.
 
 
Barzanî tê êşandin, ji ber ku helgirê peyama sedsalî ya gelê kurd ê ku zilm û 
 
zordarî dîtiye û dibê ew peyam bigihê cihê xwe. Barzanî tê êşandin, ji ber ku 
 
gotin û peyamên wî li dijî sînorên zalim ên dagîrkeran e. Ew tê êşandin, ji 
 
ber ku dibêje Saykis Bîko û nexşeya kolonyalîzim bi dawî hatiye û divê ax ji 
 
xwediyê wê re vegerin. Barzanî êşandin ji ber ku di çend salên borî de 
 
daxwaz ji partiyên siyasî kir ku kar bo serxwebûna welatê xwe bikin. Serok 
 
Barzanî ji her demê zêdetir êşandin, ji ber ku li deştên devera Rebîe û 
 
Zûmar û Şingalê ligel Hêzên Pêşmerge hovekî bêexlq mîna DAIŞê şikandin û 
 
cîhan matmayî kirin. Ji ber wê yekê Barzanî êşandin, ji ber ku got nabe 
 
Kobanê bikeve û Kobanê neket.
 
 
Êşandina Barzanî her berdewam dibe, ji ber ku al û peyama serxwebûnê di 
 
destê wî de ye. Ew peyam dive bigihê meqsedê xwe û ronahiya meşxela 
 
bilind a Kurdistanê wîjdanê sedeya 12ê ronahî bike.
 
 
Mekîneyên êşandina Barzanî li derveyî Kurdistanê bihêz û gelek û zewend in 
 
û di nava Kurdistanê de xwedî riha dirêj in û bi elmanî li dijî wî rawestane û 
 
avê dixin aşê hev de. Di vê navê re jî erkê partiya Barzanî ye ku piştevaniya 
 
Barzanî û peyama wî bike. Divê PDKê bi can û mal ligel Barzanî de be û êşên 
 
wî kêm bike. Herwiha bo serkeftina serxwebûna Kurdistanê jî, pêwîstiya me 
 
bi serxistina çaksazî û reformê heye û di vê riyê de pêwîst e yek bi yek 
 
partiyên Kurdistanê piştgiriya çaksaziya serok bin û kar jê re bikin û destê 
 
xelkê bigirin, da ku dîrokekê çêbikin û peyama pîroz a serxwebûna gelê 
 
Kurdistanê ser bigire.

Nûçeyên têkildar