9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Serok Barzanî serxweşiyê li malbata xwedê jê razî Mîro Çavşîn Nêrweyî kir

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdara xwedê jê razî Mîro Çavşîn Nêrweyî 

Silavên xwedê li we bin

Bi mixabinî nûçeya koça dawiya Pêşmergeyê kevin û kolneder û hilgirê Madalyaya Barzanî yê Nemir xwedê jê razî Mîro Çavşîn Nêrweyî gihîşt min.

Bi vê xemgîniyê pirse û hevxemiya xwe ji bo we yên rêzdar û hemû endamên malbata we û hemû hevalên xwedê jê razî radigihînim.

Ji yezdanê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jê razî bi bihûşta fireh şad bike û sebir bi hemû aliyek bibexşê‌.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

15/11/2012

Nûçeyên têkildar